Girtiyê nexweş Bozo Yilmaz di girtîgeha Rihayê de jiyana xwe ji dest da

Dewleta dagirker di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de kuştina girtiyên siyasî didomîne.
Girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz jiyana xwe ji dest da.

Girtiyên nexweş Bazo Yilmazê 67 salî ku li Girtîgeha Rihayê dihat ragirtin doh jiyana xwe ji dest da.

Malbata Bazo piştî agahdariya Rêveberiya girtîgehê vê sibê çûn pêş saziya Tiba Edlî cinazê xwe girtin.

Hate ragihandin wê cenazeyê Yilmaz piştî nîvro li bajarokê Goganê were veşartin.

Yilmaz ji ber nexweşiya xwe ya KOAH bi tûpa oksîjenê ve jiyan dikir û nikaribû pêwîstiyên xwe yê jiyanî pêk bîne.

Malbata Yilmaz di 8’ê Sibata 2021’an de ji ber nexweşiya giran a Yilmaz serî li Tiba Edlî didin da ku Yilmaz ji ber rewşawiya tendûristî berdin.

Lê Tipa Edlîya Rihayê bersiva dikare di girtîgehê de bimîne dide malbatê û Yilmaz bi mirinê re rû bi rû dihêlin.

Şaredarê berê yê bajaroka Goganê û endamê Meclîsa Şaredariya navçeya Xelfetiyê Bazo Yilmaz, ji ber endametiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 12’ê Kanûna 2016’an de hatibû girtin..

Back to top button