Xelkê Minbicê: Piştî rizgarkirinê em bi aramî dijîn

Xelkê Minbicê dibêjin piştî rizgarkirina bajarê wan ji DAIŞ’ê qonaxa vejînê dest pê kir.

Ji pêkhateya Çerkes welatiya bi navê Sena Recep derbarê mijarê de got:

”Dema DAIŞ’ê herêma me dagir kiribû, me rojên nexweş û zehmet derbas kir.

Roja rizgarkirina bajar hat ragihandin mîna berbangekê bû ku rêya me û tevahî mirovahiyê ronî kir.

“Serdema reş bi dawî bû û qonaxa vejînê dest pê kir.

Di heman demê de kar û xebata hevbeş a di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de pêk hat.”

Wetatiyê bi navê Omer Mehmûd ê ji pêkhateya Kurd jî dibêje piştî rizgarkirinê ew niha bi aramî dijîn.

Ji pêkhateya Ereb Reşa Salan jî balkişand ser rewşa jinan li herêmê ya iştî rizkirinê û got:

”Piştî bajêr ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de roleke pêşeng list û tev li qadên siyasî û leşkerî jî bû.”

Back to top button