Ebdulkerîm Saroxan: Şoreşa 19’ê Tîrmehê berhemê pêngava 15’ê Tebaxê ye

Siyasetmedar Ebdulkerîm Saroxan der barê Pêngava 15’ê Tebaxê û bandora wê ya li ser şoreşa Rojava nirxandin kir.
Ebdulkerîm Saroxan dibêje:
“Vê pêngavê Kurd derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê kir.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî encama pêngava 15’ê Tebaxê ye.”

Siyasetmedar Ebdulkerîm Saroxan, pêngava 15’ê Tebaxê û bandora wê ya li ser gelê Kurd nirxand.

Ebdulkerîm Saroxan diyar kir, di rewşekê ku polîtîkayên bişaftinê yên li ser Kurdan gihiştibû merheleya dawî pêngava 15’ê Tebaxê destpêkir û got:

“Destpêkirina vê pêngavê merheleya yekemîn bû ku gelê Kurd dest bi şerekî gel ê dem dirêj bike.”

Ebdulkerîm Saroxan anî ziman Pêngava 15’ê Tebaxê rihê berxwedanê li cem gelê Kurd afirand û kurd ji qirkirin û bişaftinê parast.

Saroxan destnîşan kir ku gelê Kurd bi vî ruhê jiya û bal kişand ser bandora wê ya li ser Kurdên li Rojava

Saroxan di dewamiya nirxandina xwe de anî ziman ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane destan dinivîsîne û wiha got:

“Ev pêvajo bi şerê di çarçoveya hêzên leşkerî de dest pê kir niha di rêgezên şerê gel ê şoreşgerî de di hundirê her kurdekî de geş dibe.”

Ebdulkerîm Saroxan di dawiya axaftina xwe de diyar kir Şoreşa 19’ê Tîrmehê berhemê têkoşîna bi dehên salan a Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê û Pêngava 15’ê Tebaxê ye..

Back to top button