Welatiyên Hewlerê: Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin

Kampanya komkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî dewam dike.
Di vê çarçoveyê de piştgiriya xelkê Başurê Kurdistanê jî ji bo vê yekê her diçe berfireh dibe.

Ji welatiyên Hewlêrê Dêdewan Şêrwan diyar kir ji ber PKK daxwaza azadî û mafên gelê Kurd şer dike, ew xistine lîsteya terorê û got:

“Gerîlayên PKK’ê, li Iraq û Sûriyê li dijî terorê ji bo aramiyê şer kir.

Lewma pêwîst e piştgiriya vê hêza şoreşger a Kurd were kirin.”

Welatiyê bi navê Hejar Mehmûd jî anî ziman ji ber sedema berjewendî û armancên siyasî PKK xistine lîsteya rêxistinên qedexekirî û wiha got:

“Dewleta Tirk sedem e ku gelê Kurd dest bavêje çekê û şer bike.

Ji ber ku mafên gelê Kurd binpê kiriye. ”

Hejar Mehmûd bang li gelê Başûr kir ku piştgiriyê bidin ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Back to top button