Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) fermandar Sosin Bîrhat, Rênas Roj û hevrêyên wan di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî. QSD’ê careke soza tolhidan û bilindkirina têkoşîna li dijî êriş û dagirkeriyê da.
Îro salvegera yekemîn a şehadeta endama Meclisa Leşkerî ya QSD’ê fermandar Sosin Bîrhat û fermandar Rênas Roj û her 3 hevrêyên wan e.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê fermandar Sosin Bîrhat, fermandar Rênas Roj û hevrêyên wan, bi bîr anîn.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Fermandar Sosin, Rênas û hevrêyên wan heta kêliya dawî hezkirina xwe ya ji gel û xakê re parastin.
Li dijî hemû êrişan bêyî westan parastina herêmê kirin û di êrişeke terorîstane ya dagirkeriya Tirk û sîxurên wê de şehîd bûn.
Hevrê Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfellah Ehmed li hemberî parastina destkeftiyên şoreşê dilsoz bûn.
QSD: Em careke din soz didin em ê sîxur û xayinan ceza bikin
Bûyera şehîdxistina rêhevalên me ji aliyê dagirker û ajanên wan ve, bû sedem ku hêzên me xayîn û sîxurên bi dagirkeran re dixebitin, bişopînin û li ser vê bingehê hêzên me “Operasyona Sondê” da destpêkirin.
Di çarçoveya vê operasyonê de gelek sîxur hatin girtin ku ew bûn sedema şehîdxistina hevala me Sosin û hevalên wê.
Ev jî israra me ya li ser berdewamkirina vê operasyonê zêdetir dike.
Li vir em careke din soz didin ku em ê sîxur û xayinan ceza bikin.”
QSD: Em ê li dijî êrişan têkoşînê mezin bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin
QSD’ê ji bo Şehîd Sosin Bîrhat û hevalên wê soza tolhildanê dubare kir û wiha got: “Hêzên me di oxira şehadeta van şehîdan de dê li dijî êrişên dargirker asta têkoşînê xurt bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Em soza xwe ya li hemberî wan û gelê xwe nû dikin ku em ê tola wan rakin.”
QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe got ku ew bi gel bawer in ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin û li dijî dagirker û dijminan piştgiriya hêzên xwe bikin.