Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkî rêzeçalakiyên xwe didomîne.
Herî dawî hêzên Rizgariyê li navçeya Mabata û Şera li dagirkeran da.
Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. M+B
Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê der barê çalakiyên xwe ku 14- 17’ê Tîrmehê de pêk anîne daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de der barê van çalakiyan de ev agahî dan:
Hêzên me di 14’ê Tebaxê de li navçeya Mabata li dijî erbeyeke leşkerî ya çeteyan çalakiyeke sabotajê pêk anîn.
Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
17’ê Tebaxê jî li nêzî gundê Meryemîn yê navçeya Şera li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek pêk hat.
Di encama vê çalakiyê de jî 2 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê dawiya daxuyaniya xwe teqez kir wê êrişên dewleta Tirk a dagirker ti carî bê bersiv nemîne.