Rêveberiya Xweser: Di êrişa li ser rêya Til Temir û Hesekê de 4 zarok şehîd û 11 jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker ku bê navber êrişî herêmê dike, komkujiyeke din pêk anî.
Rêveberiya Xweser ragihand artêşa Tirk duh li ser rêya Hesekê û Til Temirê êrişî navendeke perwerdeyê ya zarokan kir.
Hat diyar kirin di êrişê de 4 zarok şehîd, 11 jî birîndar bûn.
Rêveberiyê eşkere kir ev êrîşa hovane binpêkirina hemû pîvan û qanûnan e û sûcê şer e.

Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û komkujiyên li dijî sivîlan didomîne.

Dewleta dagirker duh mohra xwe danî binê komkujiyeke din. Qurbaniyên vê carê jî dîsa zarok bûn.

Dewleta dagirker duh bi şev bi balafiran Navenda Perwedekirina Zarokên Keç ya li ser rêya Heseke û Til Temirê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê bi rêvebirin, bombebaran kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî vê êrişê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku piştî hevdîtinên Erdogan li gel hêzên cîhanî û herêmî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê zêde bûne û wiha got:

“Di encama van êrîşan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê şer kirin şehîd bûn.

Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrişên nû pêk tîne.

Mînaka wê jî duh bi şev dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov Navenda Fêrkirinê ya taybet a zarokan a li gundê Şimoke a li ser rêya Til Temir û Hesekê bombebaran kir.

Ev navend tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê birêvebirin
Di encamê de 4 zarok şehîd û 11 zarokên keç jî birîndar bûn.

Ev êrîşa hovane binpêkirina hemû pîvan û qanûnan e û sûcê şer e. Ev êrişa qirkirinê yê û rûyê din ê DAIŞ’ê ye.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ev êrişa li dijî navenda perwerdekirina zarokan û êrişên li dijî sivîlan nîşaneyên xeteriyên mezin in û da zanîn ev êriş zêdetir wê rê li ber kûrkirina aloziya Sûriyê veke.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser destnîşan kir dewleta Tirk bi hêcetên derew hewl dide êriş û dagirkeriya xwe rewa bike û got,

“Divê gelên Sûriyê vê rastiyê baş bizanin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwesteke yekbuyî bin.”

Back to top button