Li Ewropa…Di nava YE de qadeke daristanê ya 700 hezar hektar şewitî

Welatên Yekîtiya Ewropa îsal li pêşberî germahiya zêde berdêlên giran dan.
Germahiya ku bi xwere şewat zêde kir, bû sedema Ewropa ji meha Tîrmehê ve bişewite.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku îsal li seranserê Yekîtiya Ewropayê 700 hezar hektar qadên daristanî şewitîne.

Welatên Yekîtiya Ewropa yek ji salên xwe yên herî bi şewat re rûbirû ye.

Li nava sînorên YE bi qasî 700 hezar hektar qadeke daristanê şewitî.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku ev reqem ku du qat ji qada girava Mallarco ya Spanyayê ye zêdetire.

Ji 2006’an ve piştî daneyên hevpar ên li tevahiya Yekîtiya Ewropayê dest bi tomarkirinê kirin, ev weke daneyên herî zêde hatîn tomarkirin e.

Berdevkê Komisyonê jî îşaret bi wê yekê kir ku di nava demsalê de gelek caran şewat derketiye, hîn bi dawî nebûye.

Li gorî daneyên Pergala Agahdariya Şewatên Daristanan a Ewropayê (Effis), hate diyarkirin ku heta 13’ê Tebaxê 660 hezar hektar qada daristanê şewitiye.

Şewatên ku rûberê wan nêzî 30 hektar û kêmtir li ser van daneyan ne hatine zêdekirin.

Li gorî daneyên pergalê, dema şewatên biçûk jî li ser yên din werin zêdekirin, rûbera daristanên şewitî digihêje 715 hezar hektarî.

Di nava demsalê de, gelek caran koordînasyona ji aliyê Komisyona YE ve hatî avakirin ji xistine meryetê.

Ev yek taybet dema pêwistî bi alîkariyê hatiye dîtin pêk hatiye.

Koordînasyon 9 caran ji aliyê 5 welatan ve hatiye aktivkirin.

Hat diyarkirin ku di nava 2 mehan de bi vê mekanîzmayê 29 balafir û 8 helîkopter li seranserê Ewropayê hatine bicihkirin.

Li bejahiyê 369 îtfaiye û zêdeyî 100 wesayîtan piştgirî dane wan.

Li gorî daneyên komîsyonê, ji Bulgarîstan, Romanya, Almanya, Fransa, Fînlandiya û Norwêcê derdora 150 îtfaiye jî di Tîrmeh û Tebaxê de şandin Yewnanîstanê da ku piştgiriyê bidin karmendên herêmî.

Back to top button