Ji Çînê bo Amerîka: Ji bo parastina serweriya xwe tevdîrên pêwist em ê bigrin

Di aloziya Taywanê de, careke din Çîn û Amerîka hatine pêşberî hev.
Piştî Amerîka ragihand ku wê bi Taywanê re dest bi danûstandinên bazirganiyê bike, ji Çînê bertek derket.
Çînê bo Amerîka got:
Ji bo parasatina serweriya xwe tevdîrên pêwist em ê bigrin.

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê bertek nîşanî “hevdîtinên bazirganiyê” yên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) wê di meha Îlonê de bi Taywanê re dest pê bike, da.

Berdevkê Wezaretê Şu Cueting derbarê mijarê de daxuyanî da.

Cueting diyar kir ku ‘prensîba yekane ya Çînê ji bo hevkariya aborî ya derveyî welêt a herêma Taywanê şert e.

Berdevk ji bo Waşîngtonê got:

Di vê têkiliyên bazirganiyê yên bi herêma Taywanê re li gorî pîvanan bê meşandin.

Her wiha rêz ji berjewendiyên bingehîn ên Çînê re bê girtin.

Cuetîng anî ziman ku wê Çîn ji bo parastina serwerî, yekparebûna axê û berjewendiyên xwe yên pêşketî hemû tedbîrên pêwist bigre.

Nûnerê Bazirganî yê Amerîkayê (USTR), beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Washington û Taypê di çarçoveya ‘Insiyatîfa DYA-Taywanê ya li ser Bazirganiya Sedsala 21’emîn’ de danûstandinên nû bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tê payîn gera yekem a danûstandinan di destpêka payîzê de pêk were.

Di rojevê de mijarên hêsankirina bazirganiya di navbera her du welatan de, pêkanînên birêkûpêk, pîvanên têkoşîna li dijî gendeliyê û gelek xebatên din hene.

Pekîn ya ku Taywanê weke parçeyeke ji xaka welat dibîne, li dijî tevgerên wê yên bazirganî bi welatên cîhanê re derdikeve.

Back to top button