Ji ber şibandina Ebbas ya “Holocaust” lêpirsîn tê despêkirin

Ji polîsên Alman pêngaveke ku Filistîniyan bihêrs dike derket.
Polîsê Berlînê ji ber gotinên rêberê Filistînî Ebbas ya Îsraîl li dijî wan “holokost” pêk tîne dest bi lêpirsînê kir.
Niha jî nîqaşa gelo parêzbendiya Ebbas heye yan na.

Rêberê Filistnînê Mehmûd Ebbas roja sêşemê li Almanya bû.

Di hevdîtinên xwe yên li herêmê de, Ebbas bi serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re civînek çapemeniyê pêk anî.

Ebas di civînê de got;

Îsraîlê “Holokaust” li dijî Filistîniyan pêk aniye.

Ev gotin ji aliyê Almanya ve bû sedema despêkirina lêpirsînê.

Berdevkê polîsan ji rojnameya Bîldê re ragihand ku li gorî xala 130’an a Qanûna Cezayê bi hinceta ku gel tehrîk li kîn û dijminatiyê kiriye, derbarê Ebbas de lêpirsîna destpêkê hatiye destpêkirin.

Parêzerê Sûc Udo Wetter ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku di pênaseyên Ebbass de gumana destpêkê ya sûcên li Almanya Nazî hatine kirin heye.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bersiva pirsa rojnameyê da û diyar kir ku Ebbas ji ber “serdaneke fermî” li Almanyayê ye.

Wezaretê got:

“Ji ber ku parêzbendiya wî hebû dest pê kir.”

Parêzerê sûc Michael Kubiciel ji Bîldê re axivî û diyar kir ku gelek kes li ser vexwendina fermî tên Almanyayê, lê parêzbendiya wan a dîplomatîk nîne û got,

“Ya diyarker ne ew e ku Ebbas li ser vexwendina hikûmeta Alman hatiye Berlînê, lê ew wek nûnerê dewletekê li Almanyayê bû.

Ji ber vê yekê girîng e ku Filistîn wek dewlet were qebûlkirin an na.

Almanya bi fermî Filistînê wek dewlet nas nake.”

Ebbas, di civîna çapemeniyê ya ku bi Scholz re hat kirin de diyar kir ku Îsraîl ji sala 1947’an ve li gundên Filistînê komkujî pêk tîne û gotina “50 komkujî, 50 Holokost” bi kar anî.

Scholz li ser peyva “jînosîd” ya ku Ebbas berê di civînê de bi kar anîbû, bersiv da ku “Hikûmeta Almanyayê ev têgeh li ser Îsraîlê qebûl nekir”, lê bêdengiya wî ya piştî gotina Holokastê bû sedema bertekên tund.

Scholz piştre bi daxuyaniyekê daxuyaniyên Abbas şermezar kir.

Back to top button