Ji Koreya Bakur bertek: devê xwe bigre

Serokê Koreya Başûr bi şertê ku Koreya Bakur dawî li ceribandina çekên nukleerî bîne, soza piştevaniyê dabû.
Li dijî vê yekê ji rêveberiya Pyongyangê gotinên tund derketin.
Xuşka lîderê Koreya Bakur Kîm Yon Jong got: Devê xwe bigre.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol roja Çarşemê pêşniyara arîkariya aborî ya ku wî yekem car kiribû anî ziman.

Kim Yo Jong di daxuyaniya ku di ajansa nûçeyan a dewleta Koreya Bakur KCNA de hat weşandin de pêşniyara Yoon şîrove kir.

Kim Yo Jong got,

Li cihê gotinên pûç bike, bila devê xwe bigre baştire.

Ev yek wê ji bo wiya baştir be.

Kesek qedera xwe bi nan nafiroşe.

Wezîrê Yekîtiyê yê Koreya Başûr li dijî van gotinan bertek nîşan da û ev yek we “bêrêzî û negunca” binav kir.

Xwişka rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un di van salên dawî de li Koreya Başûr rastî bertekan tê.

Hin pispor dibêjin birayê wî li dijî daxuyaniyên nermtir ên Kim Jong Un “polîsê xirab” dilîze.

Di nava rojên dawiyê de, nûçeyên ku Koreya Bakur amadekariyên ceribandina çeka nukleerî ya 7. bi dawî kiriye.

Vê yekê jî welatên derdor xistiye nava metirsiyê.

Back to top button