Prensê Siûdî bi serokê Tevgera Hikme a Netewî ya Iraqê re civiya

Prensê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman bi Serokê Tevgera Hikme a Netewî Emar Hekîm re li Cideyê civiya.
Di civînê de rojeva sereke têkiliyên Iraq-Siûdî û berjewendiyên hevpar bû.

Li ser vexwendina fermî ya ji Erebistana Siûdî, Serokê Tevgera Hikme Emar Hekîm gihişte Cideyê.

Duh êvarî Emar Hekîm li gel weliyetê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman civiya.

Li gorî hatî ragihandin di civînê de li ser têkiliyên Iraq û Siûdiyê axivîn.

Her wiha li ser berjewendiyên hevpar yên her du aliyan guftugo hat kirin.

Di civînê de Cîgirê Wezîrê Parastinê Mîr Xalid Bin Selman Bin Ebdulezîz, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Erebistana Siûdî Musaîd Bin Mihemed El Eyban û Balyozê Erebistana Siûdî Ebdulezîz Şemerî jî amadebûn.

Emar Hekîm di derbarê civîna li gel weliyetê Erebistana Siûdî de di rupela xwe ya twîtter’ê de ragihand:

“Me balkişand li ser giringiya jiyana hevpar ya di navbera her du welatên ku bira û cîranê hevin.

Her wiha qala bandora wê ya erênî ya li ser beşên cuda yên weke hevkariya çandî, aborî û zanistî ku bi taybetî her du welat nunertiya hevsengiya aboriya herêmî û navneteweyî dikin, kir.”

Back to top button