Zelensky: Heta hêzên Rûsya ji xaka welat dernekevin lihevkirin ne pêkane

Di asoya Ukrayna de, ya ku tê xuyakirin wê şer heta demeke dirêj dewam bike.
Rûsya di armanca xwe ya li Ukrayna de bi israre û rêveberiya Kîev jî dibêje heta leşkerên Rûsya ji xaka welat dernekevin wê lihevkirin pêk neyê.
Artêşa Ukrayna jî ragihand ku pêşî li êrişa artêşa Rûsya ya li ser Donetskê htiye girtin.

Li Ukrayna ya xuya dike, di demek kin de wê şer bi dawî nebe.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres û serokomarê Tirkiye Erdogan ji bo hevdîtina li gel Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky berê xwe da Ukrayna.

Piştî hevdîtinê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de, îşaret bi metirsiya santrala nukleerî ya li Zaporojiya hate kirin.

Zelensky careke din teqezî li ser wê yekê kir ku heta hêzên Rûsya ji xaka welat dernekevin aştî ne pênake.

Ukrayna: Pêşî li êrişa artêşa Rûsya ser donetskê hate girtin

Li aliyekî din; Wezareta Parastinê ya Ukrayna, têkildarî şerê 24 saetên derbasbûyî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê,

Di dema pêşîgirtina artêşa Rûsya ya li herêma Donetskê bêtirî 400 leşkerên wî hate kuştin.

Bi vê yekê re ji roja despêkirina şer û heta niha jimara leşkerên Rûsya yên hatine kuştin derket 44 hezar û 700’î.

Her wiha 234 balafir, 197 helîkopter û 1899 tankên artêşa Rûsya hatine bêkêrkirin.

Moskow jî ji aliyê xwe ve herî dawî di 25’ê Adarê de jimara leşkerên xwe yên hatine kuştin weke 1351 eşkere kiribû.

Di daxuyaniyeke din a Serfermandariya Ukraynayê de hat ragihandin ku li herêma Donetskê şer dijwar bûye.

Serfermandariyê got, hemû hewildanên êirşa Rûsya li herêmê hatin pûçkirin.

Li gorî agahiyên rayedarên Ukraynayê, di dema ku şerê li dijî artêşa Rûsyayê dewam dikir de, Rûsyayê bi moşekan êrîşî hin bajaran kir.

Ukrayna: Rûsya bi S-300 êrişî bajarê Mykolaiv kir

Waliyê Mykolaiv Vitaliy Kim îdia kir ku Rûsya bi moşekên S-300 bajar kirine armanc.

Kim diyar kir ku 3 moşek li avahiya zanîngehê ya li bajêr ketine û kesek birîndar bûye.

Waliyê Donetskê Pavel Kirilenko ragihand ku di 24 saetên dawî de di encama êrîşên artêşa Rûsyayê de 5 sivîl mirine.

Jimara kesên li Xarkovê mirî derket 10’an

Waliyê Xarkovê Oleg Sînegubov ragihand ku herî kêm 5 mûşekên ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine avêtin ber bi sibehê ve li bajêr ketine û jineke ku nobedarek ji saziyên perwerdeyê bû jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyê din ve ji ber êrîşa bi roketan a ku duh li Xarkovê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hat kirin de, 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li welat ji ber êrişê şîn hat ragihandin.

Back to top button