HPG’ê: Li herêma Zapê dronek artêşa Tikr hate xistin

Gerîlla li herêma Zapê droneke din a artêşa Tirk anîn xwarê.
Li gelek qadên din jî di encama destwerdana gerîlla de hêzên artêşa Tirk nekarî pêşde biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şerê 24 saetên dawî li Herêmên Parastinê yên Medyatê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê;

18’ê Tebaxê hêzên dagirker xwestin nêzî çeperên şer ên Qada Şehîd Aryen bibin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla, ev helwdan biser neket û leşkerên Tirk neçar man ji qadê dûr bikevin.

Heman rojê li Qada Çemço jî gerîlla droneke artêşa Tirk anîn xwarên.

Danê êvarê helîkopteran xwest Çemço bombardiman bikin.

Gerîlla bi çekên giran besiv da û ji ber vê helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Li herêma Metînayê jî 18’ê Tebaxê, hêzên artêşa Tirk xwestin nêzî çeperên şer ên qada Sehîd Savaş bibin.

Gerîlla bi çalakiua sabotajê pêşî li leşkerên Tirk girtin.

Navenda Ragihandin ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 18’ê Tebaxê 4 kes bi teqemeniyên kîmyewî,

Û 15 caran jî bi helîkopteran qadên şer bombardiman kirin.

Back to top button