Firyaz Berkel: Li hemberî êrişan dê bi ruhê 19’ê Tîrmehê li ber xwe bidin

Jinên Siyasetmedar ên bajarê Kobanê Firyaz Berkel û Cîhan Derwîş êrişên dewleta Tirk li ser herêmê bi taybet Kobanê şermezar kirin û gotin:”Bêdengiya heyî rê li ber êrişan vedike, em ê li hemberî êrişan bi ruhê 19’ê Tîrmehê li ber xwe bidin.”

Di dema dawî de êrişên dewleta Tirk a qirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye.

Di encama êrişa ku di 16’ê Tebaxê de li hemberî navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê, pêk hatî de zarokek şehîd bû û gelke kes jî birîndar bû.

Êrişên ku pêk hatî ji hêla gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan hatin şermezar kirin.

Derbarê mijarê, Hevseroka Desteya Diravî ya Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê Firyaz Berkel û seroka Desteya Jinê a Herêma Firatê Cîhan Derwîş axivîn.

Firyaz Berkel anî ziman ku ew êrişên Dewleta Tirk li hemberî Kobanê pêk hatî de qebûl nakin û şermezar dikin.

Firyaz destnîşan kir ku ji bo wan jî tekane rê têkoşîn û serkeftin e.

Cîhan Derwîş: Gel dê li hemberî topan li ber xwe bidin

Seroka Desteya Jin a Herêma Firatê Cîhan Derwîş da zanîn ku gel dê li hemberî topan li ber xwe bide.

Cîhan teqez kir ku bi hemû pêkhateyan ew ê bibin bersiva êrişan.

Back to top button