Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê didomin

Îro jî li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê çalakî hebûn û êriş hatin şermezarkirin. Çalakiya HPC-JIN a li pêşiya NY li Qamişlo di roja 8 de bi biryardarî dewam dike.

Berxwedana gel a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyan dewam dike.

Çalakiya li pêşiya navenda NY a li Qamişloyê dewam dike

Çalakiya konvedanê ya ku li ber avahiya NY ya li Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 8 de dewam dike.

Îro bi sedan welatiyên navçeya Dêrik û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî çalakîyê bûn.

Derbarê çalakiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ehmed axivî û diyar kir ku ew dixwazin dengê xwe bighînin NY, Yekîtiya Ewropayê, Amîrka û Rûsya û Cîhanê tevî.

Mehmûd Ehmed da zanîn ku bi saya keç û xortên herêmê DAIŞ hate tunekirin.

Dê û bavên şehîdan li Qamişlo, Tirbespiyê; Girkê Legê û Çil Axa çalakî kirin

Li aliyekî din jî dayik û bavên şehîdan li Qamişlo, Tirbespiyê , Girkê Legê û Çil Axa li dijî êrişan çalakî lidarxistin.

Di van çalakiyan de pankartên bi nivîsên, “Ka Neteweyên Yekbûyî?”, “Ka mafên mirovan?” û “Na ji bêdengiya navneteweyî re” hatin rakirin.

Di heman demê de wêneyên zarokên ku di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd û birîndar bûne, hatin rakirin.

Back to top button