Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan ji bo pêşxistina zarokan di hêla mûzîkê de xebatên xwe yên perwerdeyê didomîne. Hunermend Mizgîn Tahir a ku zarokan fêrî mûzîkê dike dibêje: “Di hemû şoreşên cîhanê de muzîkê jî cihekî girîng girtiye, kêfa gel xweş dike û dihêle ku li ser piya bimînin”.
Desteya Çandê û Rêveberiya Xweser bi armanca pêşxistina muzîkê li Rojavayê Kurdistanê, Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan ava kir.
Armanc jê perwerdekirin û pêşxistina jêhatîbûnên nifşên nû ye.
Têkildarî mijarê, Mamoste Mizgîn Tahir axivî.
Mizgîn Tahir wiha behsa armanca vekirina Orkêstra Rojava ya zarokan û girîngiya pêşxistina nifşê nû ji bo pêşerojê kir: Di peymangehê de zarok fêrî amûrên Rojhilata Navîn û amûrên wekî; Violin, cello, tembûr, gîtar, bilûr û hwd dibin.
Li ser vê yekê mamoste Mizgîn Tahir ev tişt anî ziman: Mizgîn da zanîn ku di bernameya Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan dersên tewriya muzîkê, deng, amûr zimanê ingilîzî ku di qadên muzîkê û lêkolînan de pêwîste jî tê dayîn.
Ronak Hecî: Li kêleka pêşxistina ziman hînbûna zimanên din jî girîng e
Mamosteya zimanê Îngilîzî ya Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan Ronak Hecî jî eşkere kir ku li kêleka muzîkê hînkirina ziman jî girîng e.