QSD: Îdiayên dewleta Tirk ên derbarê şehîdxistina şervanên me de ne rast in

QSD’ê ragihand, îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên derbarê windahiyên wan de derew in û armanca van îdiayan ji bo nixumandina sûcên xwe ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê îdiayên dewlea Tirk de daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ew encamên hemû çalakiyên leşkerî yên ku tên kirin bi awayekî eşkere ji raya giştî re tên parve dikin.

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku bikare rastiya xwe ya qirker binixumîne, gelek caran windahiyên sivîl ku di encama êrişên wan de çêdibin, wekî şervanên me didin nîşandan.

QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got,

“Li gorî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk tenê di 10 rojên dawî de ji 100’î zêdetir şervanên me di encama êrişên wan de şehîd bûne.

Ev îdia ne rast in. Artêşa Tirk di van êrişan de bi piranî gelê me dike hedef û di encama van êrişan de 5 jê zarok, 7 welatî şehîd ketin, 17 jê zarok 27 welatî jî birîndar bûn.”

Back to top button