QEFLA YEKEMÎN A FÛZEYÊN S-400 GIHAŞT TIRKIYÊ

Qefla yekemîn a pergala S-400 li pêşberî çavên Amerîkayê gihaşt Enqereyê.

Wezareta karê derve ya dewleta Tirk ragihand ku wan alavên qefla yekemîn a fûzeyên S-400 ên Rûsî wergirt.

Li gorî ragihandina dewleta Tirk, wê hinek fûze li navçeya Pirsûsê ya bajarê Rihayê werin bicihkirin.

Berî niha, gelek caran Amerîka hişyarî daye serokê hikumeta AKP’ê Erdogan ku eger hûn van fûzeyan bikirin wê ceza li we werin birîn û wê Tirkiyê ji bernameya balafirên F-35 ên Amerîkî jî bê bidûrxistin.

Leave a Reply

Back to top button