Riyad Derar : Daxuyaniyên Erdogan ên derbarê helwesta wan a hikûmeta Şamê ne rast in

Serokê Rejima Tirk Erdogan herî dawî got, “Ti pirsgirêka me ya têkbirina rejima Esed tune ye. Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD’ê) Riyad Derar diyar kir ku ev yek ne rast e got, “Aloziya Sûrîyê we kûr kir. Rêzê li cîrantiya Sûriyê bigirin û terora xwe ya li Sûriyê jî bi dawî bikin.”

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD’ê) Riyad Derar li ser hesabê xwe yê facebookê bersiv da daxuyaniyên dawî yên Erdoga ên derbarê helwesta wan ya Hikûmeta Şamê û hewldanên pêşxisitna têkiliyên bi Şamê re.

Riyad Derar di daxuyaniya xwe de wiha xitabî Erdogan kir:

” Erdogan, tu dibêjî armanca we ne serkftina li ser Rêjîma Esed, lê têkbirina Terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, ev gotinên we ne rast in.

Hûn bi nûnerên PYD’ê ketin nava diyalogê da ku li gorî armancên we tev bigerin û xiyanetê li dewleta Sûriyê bikin, lê wan red kir.

Ji lewre hûn kînê li hemberî wan dikşînin û wan bi tawanên ku hûn bi xwe zanin ne rast in tawanbar dikin.

We berpirsyariya aloziya Sûrî tu carî ranekir û nebûn parçeyek ji çareseriyê, her wiha armanca we ne aştiya herêmî bû.

Riyad Derar: Divê Tirkiye rêzê li cîrantiya Sûriyê bigre û terora xwe bi dawî bike

Yên ku pêşwaziya terorê kir, bi salan cîrantî pê re kir û heta îro danûstandin bi wan re dike hûn in..

Bi gurkirina agirê aloziya Sûrî di bin wê xeyala ku şoreşek heye û we ew şoreş bi manewrayên xwe ku îro di daxuyaniyên we de li hember rêjîma Esed diyar bûn, têk bir.

Hevserokê MSD’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got:

“Daxyaniyên wê ên derbarê pêşxisitna têkiliyan bi Şamê re tu wateya wan tune ye.

Ya ji we tê xwestin rêzgirtina ji cîran re û rawestandina balafirên bêmirov ên terorist ku hûn rêdikine herêmê.

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ger hûn bixwazin wê aştiyê bi we re pêk bînin.

Lê têkiliya wan bi Rêjîma Şamê ya baş bêyî destwerdana we çareser bikin.

Ji ber hûn agirê ku em dixwazin vemirînin gur dikin.”

Back to top button