Xerîb Hiso: Em ê vê qonaxê bikin qonaxa deskeftiyên dîrokî

Kombenda Efrîn a Civakî di sala 2019`an de bi armanca çareserkirina pirsgirêkên hemwelatiyên koçberên Efrînê hat avakirin. Bi beşdarbûna bi sedan kesî, Kombenda Efrîn a Civakî civîna xwe ya 6 mehan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo li dar xist.

Kombend bi dirûşmeya `Berxwedan misogeriya vegera Efrînê ye` hate li dar xist.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di civîna Kombenda Efrîn a Civakî de axivî û diyar kir ku Rûsya, Îran, Tirkiyê û hikumeta Şamê çareseriyê di zeyifkirina kurdan de dibînin û got:

“Vegera Efrînê em nakin hesret, em ê vê yekê bi rêya têkoşîn û berxwedanê pêk bînin.

Hasreta mirovan her tim bi berxwedan û têkoşînê pêk tê.

Di komxebatê de dayika Fatima Şiyar daxuyaniyek xwend û got ku ev kombend dê bibe saziyek xizmetkirina hemû welatiyên herêma Efrînê, ji aliyê olî, birêxistinkirin û hêsankirina jiyana wan.

Piştre ji bo avakirina meclisa kombendê hilbijartin pêk hat û 11 kes ku 5 jin û 6 mêr hatin hilbijartin.

Back to top button