Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê teqîna duh li gundê Tirindê yê Efrînê pêk hatibû girt ser xwe û ragihand ku 16 çete hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê têkildarî çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Xezeba Zeytûnê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:
11’ê Tîrmehê li gundê Tirindê erebeyeke bombebarkirî li benda kontrola Polîsên Leşkerî û Cebheta El-Şamiya li nêzî Wargeha Perwerdeyê teqandin.
Di encamê de 16 çete hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.
Em careke din dûbare dikin û ji sivîlên li hermên dagirkirî re dibêjin dûrî deverên leşkerî yên çeteyan û artêşa Tirk a dagirker bibin ji ber dê bibin hedefa hêzên me.
Em weke Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê teqez dikin ku çalakiyên me yên li dijî dagirkeran wê berdewam bike.