Jinên Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan meşiyan

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê jî jinan bi meşekî girseyî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin.

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û heta Parka Şehîd Arîn Cûdî meşiyan.

Li wir daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Em wek jinên Wargeha Mexmûr ji bo vê tecrîd, zilm û nexweşiya ku li ser Rêbertiya me tê meşandin rabikin em li vir kombûne.

Em vê tecrîdê şermezar dikin û bang li tevahî cîhanê dikin ku li hemberî vê tecrîdê bêdeng ne mînin.

Dixwazin Rêber Apo di zindana Îmraliyê de bêdeng bihêlin, em wek gelê Kurd, destûr nadin vê yekê heta ku yek ji me li ser rûyê erdê ye emê Serokê xwe biparêzin.

Kurdên li welat û derveyî welat pêwîste heta azadiya fîzîka ya Rêber Apo li ser piyan bin.”

Back to top button