Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifet û gundên Şehbayê topbaran kirin. Di encama êrişa li ser gundên Şehbayê de jinek û zarokek birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê, gundên Hesîn, Eyn Deqnê, Xirnata, Şeala, Nêrebiyê û Bêlûniyê yên Şehbayê dane ber topan.
Di encamê de jina bi navê Xedîce Şemo a 55 salî û zaroka bi navê Emîra Hisên Xelef a 13 salî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê.
Malbatên birîndarên êrişa li Şehbayê: Em ê bêdeng nemînin
Malbatên birîndaran êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin..
Ji malbata Xedîce Welo, Hisên Welo axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên hovane li ser Şehbayê pêk tîne. Em van êrişan şermezar dikin û li hemberî dagirkeriya Tirk bêdeng namînin.”
Welatiya bi navê Bedriya Welo jî êrişên bê serûber ên dewleta Tirk a dagirker a li dijî sivîla şermezar kir.
https://hawarnews.com/kr/haber/malbatn-birndarn-risa-li-sehbay-em-bdeng-nemnin-h64854.html