Koalîsyona Navdewletî êrişa li ser gundê Şemokê şermezar kir

Pêr dewleta Tirk li herêma Hesekê êrişî navendeke perwerdê ya jinên ciwan kir.
Koalîsyona Navdewletê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.
Lê weke ên beriya niha, koalîsyonê dîsa navê dewleta Tirk a êrişkar bilêv nekir.

Li ser navê koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, fermandarê Hêza Erkên Hevbeş John Brennan (Con Brênin) daxuyanî da.

Brennan bi bîr xist ku devera bûye armanca êrişa navendeke perwerdê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî bû û got;

“Êvara 18’ê Tebaxê li bajarê Hesekê balafirên bê mirov êriş pêk anî.

Komeke ji jinên ciwan ên li navendê, dema bi Voleybalê dilîstin bûn armancê vê êrişê.

Di encamê de 4 ji wan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke jî birîndar bûn.

Em vê êrişa li dijî sivîlan şermezar dikin

Êrişên wiha binpêkirina parastina sivîlan e.”

John Brennan ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û got;

Êrişên dijminane ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî rê li ber têkbirina aramiyê vedikin.

Back to top button