EFRÎN- DAGIRKERIYA TIRK GIRÊ ÊN DARÊ DIKOLE Û GELEK ZIYAN GIHAŞTINE DERDORÊ

Li Efrînê binpêkirin didome, mal û milk tên dizîn û dar û daristan tên şewitandin.
Dagirkeriya ku ji aliyekî ve kargehan dike mizgeft, li aliyê din, cihên Pîroz dirûxîne.
Her wiha şûnwaran jî dikole û hildiweşîne jî.
Ev hemû li gel bêdengiya cîhanê tê kirin.

Dizîna şûnwarên Efrînê û tunekirina çanda wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve didome.

Hêza dagirker û li gel bêdengiya cîhanê, hewl dide bi hemû rêbazan dîroka herêmê biperçiqîne.

Di vê derbarê de, hat zanîn ku ev çend roj in dagirkeriya Tirk û çeteyên wê Girê Ên Darê yê başûrê navenda bajarê Efrînê dikolin.

Li gorî dîmenên derketine, xuya dibe ku çiqas ziyan gihaştiye gira kevnar.

Hêjayî gotinê ye, dîroka Girê Ên Darê vedigere 1000 – 1300 B.Z.

Derbarê mijarê de, hevserokê Kargêriya Şûnwaran a Efrînê, Hemîd Nasir axivî û wiha got:

“Divê komîteyek ji bo belgekirina ziyanên gihaştine şûnwarên Efrînê, were avakirin.”

Nasir got ku wan wêneyên belgekirî di dema lêkolînên xwe de kom kirine.

Li gel dizîn û talana şûnwaran, şewitandina dar û daristanan jî didome.

Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk agir berdan zeviyên derdora “îza’e” (إذاعة) ya Gundê Xelîl yê Şiyê.

DAGIRKERIYA TIRK CIHÊN PÎROZ HILDIWEŞÎNE Û KARGEHAN DIKE MIZGEFT

Li aliyekî din, û li gel kolandina girên kevnar, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, cihên pîroz jî bin pê dikin.

Vê carê jî, çeteyan sitargeha “Serî Qîzê” ya gundê Xelnêrê yê Mabata rûxand.

Tê zanîn şêniyên gundên Xelnêrê, Coqê û Kefer Şîlê diçûn serdana vê sitargehê.

Di heman demê de jî, kargehên dirûnê û pîşeyên din ji aliyê hêzên dagirkeriyê û çeteyên wê ve vediguherin mizgeft.

 

Leave a Reply

Back to top button