Wezareta Karê Derve ya Norewcê piştgirî da Rêveberiya Xweser

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çû Norwecê bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re hevdîtin pêkanîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi rêya hevdîtinên xwe yên dîplomatîk, geşedanên dawîn ên li Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser, bi welatên Ewropayê re parve bike.

18’ê Tebaxê Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser li paytexta Norwecê Osloyê bi şandeyeke payebilind a Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê welatên Skandînavyayê Şiyar Elî û nûnera Rêveberiya Xweser ê Norwêcê Hindirîn Betî pêk hat.

Di pêşwaziya wan de endamê parlamantoya Norwecê Seher Aydar, berpirsê Têkiliyên Derve û Parastinê Eric Fold, berpirsê Komîteya Destûrê John Brooks û berpirsa kar û barên penaberan Melli Natalia Kelly pêk hat.

Hate ragihandin ku şandeya Partiya Sor piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re aniye ziman û êrişên dewleta Tirk şermezar kirine.

Back to top button