1. KONFRANSA MECLISA CIWANÊN SÛRIYE DEMOKRATÎK LI BAJARÊ HESEKÊ TÊ LIDARXISTIN

Bi silogana ” Li ser hîmê şoreşê, bi rêxistin û yekbûnê, Sûriye azad dibe” yekemîn konfiransa Meclisa Ciwanên Sûriye Demokratîk li bajarê Hesekê tê lidarxistin.

Konfrans li hola Navenda çandê li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê tê lidarxistin..

Piştî xuleyeke rêzgirtinê, dîwana ji 5 ciwanan ku nûnertiya hemû ciwanên Sûrî yên bajarên cuda hat hilbijartin..

Di konfransê de 500 endamên Meclisa Sûriye Demokratîk ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdar bûne.

Her wiha ji bajarên Siwêda û Humsê jî nûnerên ciwanan beşdar bûne..

Konfrans hîn berdewam e…

Tê payîn wê di dawiya konfransê de hevserokatiya Meclisa Ciwanên Sûriye Demokratîk were hilbijartin..

Her wiha M wê meclisa giştî ya Meclisa Ciwanên Sûriye Demokrtaîk were avakirin.

Leave a Reply

Back to top button