Welatên ku hemwelatiyên wan di kapma Holê de ne berpirsyar in

Her ku êrişên dewleta Tirk zêde dibe, li kapma Holê jî tevli hevî û kuştin jî zêde dibin. Endama rêveberiya Meclîsa Qampa Holê Cudî Azad, bang li tevahî welatên ku welatiyên wan ên DAIŞ’ê yên di nava kampa Holê de kir ku , welatiyên xwe bibin û darizînin û got: Tevahî cîhan li ber kampa holê de berpirsyar in.

Kampa Hol’ê..

Zêdeyî 56 hezar kes lê dimînin ..

Ji sedî 94’ên wan jin û zarokin.

27 hezar ji Iraqê ne, di navbera 18 – 19 hezarî de Suryî û ji welatên din jî 12 hezar kes in.

DAIŞ’î yên di qampê de her ku diçe dibin sedema metirsiyên mezintir.

Her roj li vê kampê mirin pêk tê û bangên ku tên kirin jî bê bersiv dimînin.

Endama Rêveberiya Kampa Holê Cudî Azad têkildarî xeteriya kampê de nirxandin kir.

Cûdî destnîşan kir ku tevî bangên tên kirin jî lê welatên ku hemwelatiyên wan nava çeteyan de xwedî lê dernakevin û got:

Her ku diçe zarok mezin dibe û gef zêde dibe.

Em di xeta berxwedanê de li berxwe didin.Lê belê yek welat jî xwedî li van kesan derneket. Rêveberiya Xweser wan dadgeh dike. Bêdengî welatan a tê kirin cihê rexneyê ye.”

Cûdî da zanîn ku ev demeke dirêj e kuştinên jinan ên di nava kampê di rojevê deye.

“Di qampê de di bin navê ol de li ser jin û zarokan pêkanînên xwe yên qirêj pêk tînin.

Gelek jin bi şêweya darezandina wan ya navxweyî hatin qetilkirin.

Hişmendiya wan ya DAIŞ’ê ye lê asayîşa me li hemberî wê di nava berxwedanê de ye. Li dijî vê hişmendiyê em têkoşînê didin.”

Cudî Azad banga darezandina çeteyan li tevahî cihanê kir û wiha bi dawî kir:

Rojane kuştin çêdibin, bi awayek veşartî bin ax dikin.

Ji bo pêşî li xeteriyê bê girtin, divê welatên ku ev kes welatiyên wanin xwedî li wan derbikevin.

Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka me ye. Ev pirsgirêkek navnetewî ye û divê herkes jî xwe berpirsyar bibîne.

Divê dadgehek navnetewî were avakirin.

Back to top button