Şervanê QSD’ê şehîd Cuma Sirîn bi merasimekê hat oxir kirin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Cuma Elî li goristana şehîdan a li navçeya Sirînê ya li Kobanê spart axê.

Şervanê QSD´ê Şehîd Cuma Elî bi nasnav Cuma Sirîn hefteya borî li bajarê Reqayê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûbû.

Cenazeyê şehîd li navçeya Sirînê bi merasimekê hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê tevlî merasîma oxirkirina şehîd bûn.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di axaftinanan de hate diyar kirin wê rê nedin, xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye parastin bê dagirkirin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button