Navenda Ragihandina Azad a Jin (RAJIN) bi daxuyaniyek nivîskî rojnamevana çiyayî Jiyan Amargî û Arîn Hezex ên dema berxwedana Gerîla li hember dagirkeriya Tirk dişopandin şehîd bûn, bibîr anî. RAJIN’ê di şexsê Rojnamevan Jiyan Amargî de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û got: “Em ê heya dawiyê li ser şopa wan bimeşin.”
Di daxuyaniya RAJIN’ê de hat gotin: “Dewleta Tirk a mêtînger, qirker û faşîst li hemberî gelê Kurd, tevgera azadiyê, pêşeng û jinên şoreşger şerekî topyekûn da ye destpêkirin.
Hevrêya me Jiyan Amargî, ji bo berxwedana dîrokî ya ku di pêşengiya gerîlayên YJA-Starê de li Zap, Avaşîn, Metîna û Botanê tê meşandin bişopîne û ragihîne, weke şoreşger û dilsoza azadiyê têkoşiya.
Rêwîtiya rojnamevan û evîndara çiyayên Kurdistanê Jiyan Amargî, ji çiyayê Garê destpê kir û heta Metîna, Haftenîn û Botanê dewam kir û di oxira wê de bû yek ji têkoşerên jin yên rêya azadî yê.”
RAJIN: Em ê li ser şopa heqîqeta ku wan avakiriye bimeşin
RAJIN’ê di dawiya daxuyaniya xwe de careke din dilsoziya bi şehîdên çapemeniya azad re anî ziman û got:
“Em ê heya dawî li ser şopa heqîqeta wan avakiriye bimeşin û her tim bibin şopdarê rastiyan.”