Rêveberiya Kampa Holê beşek nû a jin û zarokên ji Dêrazorê yên li kampa Holê diman ji kampê derxistin da ku vegerînin cihên wan.
Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di komxebata eşîrên Sûriyê de biryar standibû ku koçberên li kampa Holê yên têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re tinene, li warên wan vegerînin.
Rêveberiya kampê bi amadebûna şêx û rûsipiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê 201 jin û zarokên ji Tebqa û Dêrazorê ji kampê derxistin da ku vegerînin cih û warê wan.
Tê payîn ku piştî belgeyên wan bi dawî bibin dê bi kefaleta şêx û rûsipiyan vegerînin cihên wan.
Rêveberiya Kampa Holê 3’yê Tîrmehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê 217 malbatên ji Reqa û Tebqayê vegerandin cihên wan.