Somal..Piştî 30 saetan rehînên li otêlê hatin rizgarkirin

Pêr çekdarên Tevgera El Şebab li Somanî bi ser otêlekê de girtin.Di êrişê de 13 kes hatin kuştin.Û piştî 30 saetan rêveberiya welat ragihand ku wan rehînên li nava otêlê rizgar kirine.

Êvara Îna derbasbûyî çekdarên Tevgera El Şebab bi çek û bombeyan li paytext Meqadîşo êrişî otêlekê kirin.

Di encama êrişê de 13 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Hêzên Somalî derengiya şevê ragihandin ku wan piştî 30 saetan rehînên li otêlê asê mabûn rizgar kirine.

Li gorî rayedarekî polîsan, hemû kesên êrişkar jî hatin kuştin.

Lê heman rayedarên têkildarî encama dawî ya êriş û tevgera rizgarkiriyê agahiyên hejmara kuştî û birîndaran neda.

Di encama destwerdana hêzên Somalî, beşeke mezin ji avahiya otêlê hate rûxandin.

Ji ber vê tê payîn ku tevî çekdarên êrişkar, hin kesên rehîn jî hatibûn kuştin.

Back to top button