Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan gel daket qadan

Li dijî êrişên deweleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, çalakî û berxwedana gelên herêmê zêde dibe. Îro jî çalakî hebûn û êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navnetewî hatin şermezarkirin.

Çalakiyên gel ên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina qada ezmanî, dewam dikin.

Kongra Star û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan ên Hesekê der barê komkujiya dewleta Tirk ku li dijî navenda perwerdeyê ya zarokên keç a di bin çavdêriya NY de pêk anî, daxiyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrişek wiha bi vî rengî sûcekî dermirovî ye û binpêkirineke eşkere ya Peymana Mafên Mirovan û Mafên Zarokan e.

Di dawiyê de bang li cîhanê hate kirin ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin û hesabê bixwazin.

Çalakiya konvedanê ya li ber navenda NY ya li Qamişlo di roja 10’emîn bi biryardarî dewam dike.

Îro endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên TEV-ÇAND`ê û bi dehan hemwelatî tev li çalakiyê bûn.

Li wir endama Hîlala Zêrîn Rehef Mejdel daxuyaniyek da û bêdengiya cîhanê li dijî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Her wiha Rehef Mejdel da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe armanc dike û ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe.

Hevserokê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya (TEV-ÇAND) a herêma Cizîrê Xelîl Tehlo jî axivî û got: “Ev welat welatê me ye, em ti carî dest ji xaka xwe û welatê xwe bernadin. Em ê welatê xwe biparêzin.”

Şêniyên navçeya Tirbespiyê jî li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê xwepêşandanek li dar xistin.

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fesîh Hisên daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

Fesîh Hisên diyar kir bêdengiya civata navneteweyî rê li ber êirş û komkujiyên li ser gelê herêmê vedike.

Di dawiyê de Fesîh Hisên li dijî êrişên dagirkeriyê soza xurtkirina berxwedanê û tekoşînê da.

Şênî, şêx û serokerşîrên li navçeya Holê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek dan.

Şêniyan piştgiriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Rêveberiya Xweser re anî ziman û banga girtina qada ezmanî ya herêmê kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi heman armancê daxuyaniyek dan û êrişa dewleta Tirk ya li dijî navenda perwerdeyê ya zarokan şermezar kirin.

Xwedekaran bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku ji bo rêgirtina li komkujiyan qada ezmanî ya li herêmê bigirin.

Her wiha dayîkên aşîtiyê yên li herêma Firatê jî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê li rex hêzên leşkerî bisekinin û xaka xwe biparêzin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ya li Tebqayê jî der barê mijarê daxuyaniyek da.

Yekîtiyê diyar kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe li ser Jinan armanc dike vîna Jina azad bişkîne.

Her wiha Meclisên bajarê Reqayê jî li dijî êrişan daxuyaniyek hevbeş dan.

Meclisan di daxuyaniyê de diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze hin herêmên Sûriyê tevî nexşeya Tirkiyê bike.

Meclisan bang li civata navneteweyî, NY û rêxistinên mafên mirovan kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk bertek nîşan bidin û qada ezmanî ya herêmê li pêş balafirên şer bigrin.

Back to top button