Berdevka Ofîsa Lênêrîna Zarokan: Danîngeha zarokan derfetê dide dayîkan ku ew jî karibin bixebitin

Desteya Jin a herêma Firatê ji bo dayîk karibin bi rihetî karê xwe bikin, danîngeh û bexçeyên zarokan vekirine. Berdevka ofîsa Lênêrîna Zarokan Rojîn Hesen li ser armanca wan ji vê projeyê re axivî û got: “Bi vê projeyê re hem em alîkariyê didin dayîkan, hem jî dixwazin zarokan perwerde bikin. “

Desteya Jin a herêma Firatê, ji bo dayîkên xebatkar projeya danîngeh û baxçeyên zarokan di 2015’an de dest bi xebatên xwe kiriye.

Ji ber hejmara zarokan di danîngehê de zêde bû, Ofîsa Lênêrîna Zarokan di 13`ê Tebaxê de sê danîngeh û baxçeyên din vekir.

Berdevka ofîsa Lênêrîna Zarokan Rojîn Hesen li ser armanca wan ji vê projeyê û girîngiya wê axivî.

Rojîn Hesen anî ziman ku her zarokek li gorî temenê xwe di danîngehê de tê perwerde kirin.

Rojîn Hesen diyar kir ji ber hejmara dayîkên ku di nava dezgeh û saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin pir e, lewma wan pêwîstî bi vekirina du danîngehên din dîtin..

Rojîn Hesen da zanîn ku armanca wan ji vekirina danîngeh û bexçeyên zarokan ew e ku hemû jin bi rihetî karê xwe bikin ê tevlî nava kar bibin

Back to top button