Sedr ji bo hilweşandina parlamentoyê helwestek nû nîşan da

Li Iraqê alozî bi dawî nabe. Partiyên siyasî ji hev durdikevin û hikumeta welat li ber hilweşînê ye. Piştî xwepêşandanên dawiya Tîrmehê li nava Parlamentoyê pêk hatin, niha jî daxwazeke nû a tevgera Sedr derketiye. Sedr ji bo hilweşandina parlamentoyê helwestek nû nîşan da. Û vê yekê jî weke rêya sêyemîn pênase dike.

Aloziya li Iraqê bi hilbijartinê jî çareser nebû.

10 meh di ser hilbijartina parlametoya Iraqê ya Cotmeha 2021’an de pêk hatî derbas bû.

Lê hîna jî ti nîşaneyek ku di asoya Iraqê de wê aramî pêk were xuya nake.

Xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedr welat aniye ber hilweşandina hikumetê.

Yek ji rêveber û parlamenterê berê yê Tevgera Sedr Sebah Seedî li ser mijarê axivî.

Sebah Seedî ragihand ku li gorî desturê du rê hene ji bo hilweşandina Parlamentoya Iraqê û got: “Yan divê ji sêyan yekê Parlamentoyê daxwaza hilweşandinê bikin û ji aliyê piraniya parlamenteran ve were pejirandin.

Yan jî serokwezîr bi razîbûna serokomar daxwaz bike.

Tiştên ku gihîştine bi biryara dadwerî ya parlamentoya Iraqê, bêyî ku pêwîstî bi li darxistina civîneke Parlamentoyê yan jî guhertina qanûna hilbijartinan hebe dikare were hilweşandin.”

Seedî ev yek weke rêya sêyem ji bo hilweşandina parlamentoyê pêşniyar kir.

Li aliyekî din Wezîrê Serokê Tevgera Sedir, Salih Mihemed Iraqî diyar kir ku piraniya aliyên siyasî ji bo fesihkirina parlamentoyê razî bûne û got: “Aliyên gendelkar ji ber sedema ku ji bo guftûgoya rasteqîn neamadene, lewaz bûne.

Ji xwe ji bo niha yek ji daxwaza sereke ya tevgerê jî hilweşandina parlamento û pêkhatina hilbijartineke pêşwexte.

Alîgirên Sedr nêzî 4 hefteyanin li herêma kesk a paytexta Iraq Bexda û bajarên din di nava xwepêşandan de ne.

Her çiqasî ji Serokwezîr Mistefa Kazimî peyamên aramkirina rewşê tê dayîn jî lê ya diyar ewe ku Tevgera Sedr wê jiya xwe danekeve.

Back to top button