Li Hindistanê ji ber lehiya li parêzgeha Pradesh 22 kes mirin 8 kes winda bûn

Li Hindistanê barana zêde parêzgeha Pradesh da ber xwe. Ji ber lehiya ku rabû 22 kes mirin û 8 jî winda bûn. Her wiha nêzî 750 rê li trafîkê hatin girtin.

Li herêma Mandî, Kargra û Chamba yên herî zêde ji lehiyê bandor bûne xebatên rizgarkirina kesên asê mane dewam dike.

Berpirsê Rêveberiya Afatê ya welat diyar kir ku di 24 saetên dawî de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 8 kes jî winda ne.

Ji ber bandora lehiyê 743 rê li trafîkê hatine girtin.

Di nava rêyên hatine girtin de, xetên herî sereke yên çûn û hatinê jî hene.

Hat diyarkirin ku li eyaleta Hîmaçal Pradeşê pireke 800 metre dirêj ji ber lehiyê hilweşiya.

Tenê di nava 3 rojên dawiyê de, nêzî 50 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsan hişyariya wê yekê dan ku wê barana dijwar heta 25’ê Tebaxê bidome.

Back to top button