Şehîd Rêzan Cavîd û Rênas Roj li Norwec û Swêdê hatin bibîranîn

Endamê PJAK’ê Rêzan Cavîd, Rênas Roj, Bêrîvan Zîlan û Sosin Demhat ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li paytexta Norwec û Swêdê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê a li Paytexta Norwecê Osloyê bi pêşengiya Komîteya PJAK û KJAR’ê hat lidarxistin.

Di merasîmê de fermandar Bêrîvan Zîlan û Sosin Bîrhat jî hatin bibîranîn û sinvîzyonek li ser jiyan û têkoşîna wan hate nîşandan.

Piştre Siyasetmedar Celaldîn Delîbaş jî li ser şehîdan axaftinek kir û bal kişande ser gotinên dayîka Rêzan Cavîd.

Di dawiya merasîma bîranînê de peyamên meclisa PJAK û KODAR’ê hatin xwendin.

Her wiha li paytexta Swêd Stockholmê jî endamê Rêveberiya KODAR’ê Rêzan Cavîd, Rênas Roj, Bêrîvan Zîlan û Sosin Bîrhat bi merasîmekê hatin bîranîn.

Bi sedan Kurdistaniyên ji her çar aliyên Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Back to top button