DI ŞERÊ GUNDÊ HEMAMYAT BÊHTIRÎ 123 HATIN KUŞTÎ HENE

Piştî 24 saetan ji destdana rejîma Sûrî ji gundê stratejîk yê Hemamiyat li gundewarê Hemayê, şevê din careke din rejîmê ev bajarok kontrol kir.
Di encam de şerrkî dijwar rû da, 67 leşkerên rejîmê û 56 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Di heman demê de, şerekî dijwar li Îdlibê berdewam dike.

Ev der şerê li gundewarê Hemayê ye, gundê Hemamiyat yê stratejîk..

Duh rejîmê ev gund ji dest dabû, lê piştî 7 hewildanên vegerandina gund, nîva şeva borî rejîmê careke din gund kontrol kir..

Rejîmê bi dehên bermîlên teqemeniyê û êrîşên esmanî li ser gund pêk anîn..

Her wiha li ser erdê jî şerekî dijwar rû da.

Di encam de herî kêm 67 leşkerên rejîmê û 56 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin..

BALAFIRÊN RÛSYAYÊ YÊN ŞER, BI DEHAN ÊRÎŞÊN ESMANÎ LI SER XAN ŞÊXÛNÊ PÊK ANÎN

Ev der jî herêma Xan Şêxûnê li gundewarê Idlibê ye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku Rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên Rûsiyayê zêdetirî 12 êrîşên esmanî pêk anîn.

Her wiha bombebarana bênavber li herêmên M’eret Nu’man û Kefer Zêta jî dewam dike.

Di encamê van şeran de zêdetirî 2419 kuştî ji rejîm û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Ji 30 Nîsana borî ve û piştî binketina gera 12 ji danûstandinên Astanayê, rejîma Sûrî bi pişteviya balafirên Rûsiyayê dest bi operasyonên leşkerî li dijî çeteyên dewleta Tirk li herêmên qaşo ”bêçek” kir.

Leave a Reply

Back to top button