Qeter…Karkerên daxwaza pereyên xwe kirin hatin binçavkirin

Qatarê wê îsal mazûvaniya Kupaya Cîhanî ya 2022’an bike.
Ji bo avakirina stadyuman bi dehezaran karkerên ji welatên cuda yên cîhanê li Qeterê kar dikin.
Karkerên ku pereyên wan di dema xwe de nayê dayîn çalakiya protestoyî pêk anîn.
Ji wan 60 kes hatin binçavkirin û hinek jî hatin dersînorkirin.

Hikumeta Qeter ya soza dayî karkeran wê berî tûrnûvayê şertên wan baş bike, bi bûyera dawî re careke din pirs zêde bûn.

Hikûmeta Qeterê piştrast kir ku hejmarek xwepêşander ji ber “binpêkirina qanûnên ewlehiya giştî” hatine binçavkirin.

60 karker di 14’ê Tebaxê de li ber şaxa Doha ya Koma Bandary ya Navneteweyî, ku di warên wekî avahîsaziyê, sîteya rast û rêveberiya otêlê de kar dike, protesto kirin.

Xwepêşanderan kolanek jî girtin.

Ev dîmen li ser înternetê hatine belavkirin.

Çalakvanê mafên kedkaran Equidem Research ragihand ku hinek ji karkerên ku xwenîşandan organîze kirine ev 7 meh in mûçeyên xwe wernegirtine.

Di dema ku hikûmeta Qeterê qebûl kir ku mûçeyên karkeran nayê dayîn, Wezareta Kar diyar kir ku ew ê mûçe û mûçeyên derengmayî bidin karkerên mexdûr.

Hikûmetê di daxuyaniyekê de got,

“Şîrket jixwe ji ber nedayîna mûçeyên beriya xwepêşandanan di bin lêpirsînê de bû.”

Midûrê Giştî yê Lêkolînên Equidem Mustafa Qedrî, diyar kir ku karker li girtîgehan tên ragirtin û li gel germa zêde jî klîma nayê bikaranîn.

Hat îdiakirin ku xebatkarekî girtî bi Equidemê re têkilî daniye û gotiye, nêzî 300 hevrêyên xwe di girtîgehê de dîtine.

Hat diyarkirin ku piştî çalakiyê mûçeyên hinek karmendan hatiye dayîn û yên hinekên din jî hîna ne hatiye dayîn.

Qatar jî wek welatên din ên Kendavê, pir bi keda karkerên biyanî ve girêdayî ye.

Back to top button