Li dijî serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan lêpirsîn hat despêkirin

Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan, piştî ku gef li efserekî polîs û dadwerekî xwar, li gorî qanûna dijî-terorîzmê hate tawanbar kirin.
Li dijî Xan lêpirsîn hate despêkirin.

Xan ê ku di meha Nîsanê de dengê xwe yê pêbaweriyê winda kir, li gelek deverên welêt xwepêşandanên li dijî hikûmetê ku tevlîbûnek zêde ya girseya gel pêk dianî organîze dikir.

Weşana televizyonê ya axaftina Xan li Îslamabadê ya 20’ê Tebaxê, ku tê de polîs û dadwer ji ber girtina yek ji serokên partiyê kiribûn armanc, ji aliyê saziya kontrolkirina medyayê ve hat qedexekirin.

Li gorî medyaya xwecihî, Xan diyar kir ku serokê partiyê bi tohmeta hewldana serhildana artêşê hatiye girtin.

Di girtîgehê de, êşkence lê hatiye kirin û gef li Rêveberê Polîsê Îslamabadê û dadwereke jin xwariye.

Hat ragihandin ku Han xîtabî van kesan kiriye û gotiye, “Em ê rehmê li we nekin.”

Li gorî New York Timesê ragihandî di tawanbariyê de, berpirsan nivîsand ku gotinên Xan hewl didin hêzên polîs û dadweriya welat bitirsînin.

Back to top button