Yemen…Ji ber birûskê 13 kes mirin û 27 jî birîndar bûn

Li du bajarên Yemenê di ecama biruskê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 27 kes jî birîdarbûn.
Li gorî medyaya Yemenê ragihandî piraniya qurbaniya jinin.

Medyaya Yemenê ragihand ku li navçeya Heşîf a ser bi parêzgeha Emran a Yemenê birusk li cihê taziyeya ku jin têde bûn daye.

Di encamê de 6 jinan jiyana xwe ji destdan û 19 kes jî birîdarbûn.

Her wiha hat diyarkirin ku li parêzgeha Hecey a li bakurê rojavayê Yemenê ji ber birûskê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 jî birîndar bûn.

Di 13’ê Tebaxê de Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî raporek belavkir û got:

“Ji ber barîna baranên zêde di lêhiyên li welatê Yemenê derketîn de heta niha 77 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Di nava wan de gelek zarok jî hene.

Ji ber barîna baranên zêde li Amerîka, Erebistana Siûdî, Îmarat, Hindistan, Îran, Pakistan, Tûnis, Koreya Başûr û Yemenê bi sedan kes mirin û bi dehezaran jî bo cihên ewle hatin veguhestin.

Back to top button