“Rejima Tirk ku nikarîbû bi komên çete armancên xwe pêk bîne, berê xwe da hikûmeta Şamê”

33 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan da û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk ên ku rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike rawestîne. Hêzên siyasî bang li hikumeta Şamê jî kirin ku li gorî daxwazên gelê Sûriyê tev bigere.

Partî û hêzên siyasî ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Daxuyaynî bi amadebûna 33 partî û hêzên siyasî li Navenda Lêkolîn û Şêwermendiya Dîplomasî a li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Partiyan di daxuyaniya xwe de îşaret bi rola hêzên dijber ên gelê Sûriyê û bi taybet dagirkeriya tirk a kûrkirina aloziya Sûrî kirin û wiha got “Armanca dagirkeriya Tirk bi destên komên çete dagirkirina axa Sûriyê bû. Lê dema ku ev armanc wî pêk nehat, êdî bi navbênkarya Rûsan berê xwe da Hikûmeta Şamê.

Eşkereye ku aliyên Astana tevî êş û azara gelên Sûriyê dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin.”

“Em ajandeyên rejîma Tirk a faşîst û lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi tundî red dikin”

Di daxuyaniyê de helwesta gel a dijî lihevkirina di navbera Rejîma Tirk û Hikûmeta Şamê de erênî hat nirxandin û wiha hat dewam kirin:

“Diviyabû ku li herêmên serweriya hikumeta Şamê jî bertekeke mezin bihata nîşandan.

Em van nêzîkatiyan ku tu tiştekî ji bo gelê Sûriyê pêşkêş nakin red dikin.

Ji ber gelê herêmê di oxira pêkanîna sîstemeke demokratîk de berdêlên pir giranbuha da.”

Partî û hêzên siyasî di dewama daxuyaniya xwe de gotin ku ew ajandeyên rejîma Tirk a faşîst û lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi tundî red dikin.

Partî û hêzên siyasî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê jî şermezar kir û wiha dewam kir:

“Em piştgiriyê didin mafê parastina rewa ku QSD`ê li hember dijminan bi kar tîne.

“Divê Koalîsyona Navneteweyî êrişên dewleta Tirk ku rê li ber zîndîbûna DAIŞ`ê vedike, rawestîne”

Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê dikin, êrişên dewleta Tirk ku rê li ber zîndîbûna DAIŞ`ê vedike, rawestînin.”

“Em li kêleka QSD’ê ne û piştgiriyê didin siyaseta Rêveberiya Xweser”

“Em li dijî her êrişekê li kêleka hêzên leşkerî ne û piştgiriyê didin siyaseta Rêveberiya Xweser ya bi rêya diyaloga bi hikumeta Şamê û hêzên din ên demokratîk re.

Wê tu kes nikaribe îradeya li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

“Divê hikumeta Şamê bi hevkariya QSD’ê li hember dagirkeriya Tirk bisekine”

Em bang li hikumeta Şamê dikin ji bo dagirkeriya Tirk ji herêmê bê qewitandin helwesteke cidî bigire, bi hevkariya bi QSD’ê re li hember dagirkeriya Tirk bisekine.

Back to top button