Tirkiye petrola ji Rûsya dikire zêde kir

Di demekê ku welatên rojava li pey zêdekirina cezayên li ser Rûsyayê ye, ji Tirkiye helwestek cuda derdikeve.
Hat ragihandin ku Tirkiye îsal li gor par mîktara kirîna petrolê ji Rûsyayê du qat zêde kiriye.

Di wextekî ku welatên rojavayî û endamên NATO ji ber êrişa li dijî Ukrayna, Rûsya ceza dikin, ji Tirkiyê polîtîkayeke duruyane tê meşandin.

Tirkiye ya ku endamê NATO ye, bazirganiya xwe ya bi Rûsyayê re zêde dike.

Refîniv ya ku li New Yorkê xizmetên darayî yên cîhanî pêşkêşî dike, daneyên dawî yên kirîna petrola Tirkiye ji Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê,

Tirkiye 98 hezar birmîlên din yên petrolê zêde kiriye.

Bi vê yekê re ev dane gihandiye 200 hezarî.

Ev rêje tê wê wateyê ku Tirkiyê kirîna xwe ya petrolê ji Rûsyayê du qat zêde kiriye.

Di dema ku welatên rojava ji ber şerê wê yê li dijî Ukraynayê cezayên aborî li ser Rûsyayê sepandine, Tirkiye beşdarî vê yekê nebûye.

Şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di destpêka meha Tebaxê de li Soçiya Rûsyayê civiyan.

Aliyan biryar dan ku hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de zêdetir bikin û her wiha hat ragihandin ku Tirkiye wê gaza xwezayî bi rubleyê Rûsî bikire.

Parzûngehên mezin ên petrolê yên Tirkiyê bi nefta ku Rûsyayê ji herêmên Ural û Sîbîryayê dabîn dike, kar dikin.

Li gorî daneyên Refîniv, petrola ku Tirkiye ji Deryaya Bakur, Iraq û Rojavayê Afrîkayê dikire kêm bûye.

Hat diyarkirin ku rayedarên Wezareta Enerjiyê û rafîneriyê têkildarî daneyan bersiv nedane pirsên ajansa nûçeyan a Reutersê.

Hinardekirina petrol û gaza xwezayî ya Rûsyayê ji bo welatên Ewropayê gelekî kêm bûye.

Her wiha tê diyarkirin ku îsal firotina petrola Rûsya bo Hindistan û Çînê zêde bûye.

Back to top button