Lîderên Misir, Îmarat, Bahreyn, Urdun û Iraq dicivin

Lîderên Misir, Îmarat, Behreyn, Urdun û Iraqê li bajarê Elemên ê bakurê Misirê dicivin.

Tora El Erebiyê li gorî çavkaniyên ji Misirê ragihand ku îro dê serokên Misir, Îmarat, Behreyn, Urdun û Iraqê li bajarê Elemên ê bakurê Misirê bicivin.

Çavkaniyan daxuyand ku civîn li ser vexwendina serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî di çarçoveya koordîne û şêwirên domdar ên di navbera van welatan de tê lidarxistin.

Armanc ew e ku ev civîn bikeve xizmeta karên hevbeş ên welatên Ereban û pêşxistina têkiliyên wan da ku li hember astengiyên herêmî û navneteweyî yên heyî were sekinandin.

Tê payîn ku di vê civînê de dosyayên Fîlistînê û projeyên aborî yên hevbeş werin gotûbêjkirin.

Duh jî serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî li balafirgeha Elemên serokê dewleta Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid pêşwazî kiribû û dosyayên herêmî pê re nîqaş kiribûn.

Back to top button