92 Rêxistinên Mafên Mirovan yên Sûrî raporek li ser sucên dewleta Tirk amade kirin

92 rêxistinên mafên mirovan yên Sûriyê bi raporeke hevbeş, sûcên dewleta Tirk a dagirker, êriş, qirkirina etnîkî û koçberkirina bi darê zorê li ser xaka Sûriyê, şermezar kirin. Rêxistinan bang li aliyên navdewletî kirin ku li dijî van sucan erka xwe bi cih bînin.

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakurê Sûriyê, 92 Rêxistinên Mafên Mirovan yên Sûriyê raporeke hevbeş amade kirin.

Di raporê de bal tê kişandin li ser sûcên şer yên dewleta Tirk a dagiker, guhertina demografya herêmên dagirkirî û hevkarî û bê helwestiya Neteweyên Yekbuyî ya li dijî vê yekê.

Di raporê de hin xalên sereke wiha ne;

-Gund û herêmên sînor ên Sûriyê rojane têne topbarankirin û malên welatiyan tên wêrankirin.

– Bi tank û balafiran êrişî sivîlan tê kirin.

-Êrişî rojnamevan, karmend û erebeyên bi erkên mirovî radibin tê kirin..

-Êrişî avahiyên taybet ên kar û barên olî, perwerde, nexweşxaneyan tê kirin.

– Malên welatiyan tên desteserkirin û vediguherînin baregehên leşkerî.

-Welatiyan ji malên wan derdixin û malbatên derve bi cih dikin.

-Çand û nasnameya kurdî û demografiya herêmên Kurdan û dîroka wan tune dikin.

-Li deverên dagirkirî gelek navendên olî vekirine, rê nadin hebûna Êzidî, Elewî û Xiristiyan û tirbeyên Kurdan hildiweşînin.

-Al û dirûşmên tirkî li bajar û gundên dagirkirî tên ferz kirin.

Di raporê de kuştin û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî jî wiha tên rêzkirin:

*Darên zeytûn, fêkî û cureyên din hatine şewtandin.

*Piştî ku xwediyên wan dan koçberkirin, bi dehan mal şewitandin.

*Li Efrînê koçberiya bi dare zorê, guhertina demokrafîk, qirkirin û hwd, pêk hat.

*Bi sedan welatiyên Kurd ji aliyêkomên çekdar ên bi artêşa Tirk a dagirker re hevkariyê dikin, bi armanca fidyeyê hatin revandin û windakirin.

92 Rêxistinên Mafên Mirovan: Divê hesab ji dagirkeriya Tirk were pirsîn

Di raporê de bang li saziya Mafên Mirovan a navneteweyî hat kirin ku li hember vê rewşa karesat li ser axa Sûriyê, berpirsiyariyên xwe bîne cih û ev daxwaz hatin kirin;

-Tavilê û bê şert, hêzên Tirkiyê û hevkarên wan ji tevahî xaka Sûriyê û bakur û rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî vekişin.

-Xeteriyên dagirkeriya Tirk, êrişên wê û encamên operasyonên leşkerî yên Tirkiyê, binpêkirinên mafên sivîlên Sûrî, pêlên koçberiya bi darê zorê û xeteriyên mirovî yên mezin, bên teşhîrkirin.

-Komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe, bêalî û dirust bê avakirin, da ku hemû binpêkirinên ji destpêka destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê û heta niha hatine kirin eşkere bike.

Back to top button