Şehîd Hêvîn Yasir (Dilsoz Tirbespiyê): Em ê heta serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin

Şervava Hêzên Erka Xweparastinê, Dilsoz Tirbespiyê di 9’ê Tebaxê de bi êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Qamişlo şehîd bûye. Malbata wê li ser jiyana wê axivîn û gotin: “Ew rûken bû û hevalê hemûyan bû.Di oxira welatê xwe de canê xwe feda kir, lewma em pê serbilind in.

Hêvîn Yasir Osman bi nasnav Dilsoz Tirbespiyê.

Dilsoz Tibespiyê di 2004’an de ji dayîk bûye û di 2020’an de tevlî nava Erka Xweparastinê dibe.

Di 9’ê Tebaxê de dewleta Tirk bi balafirên bê mirov li dijî bajarê Qamişlo êrişek pêk anî.

Di encamê de Dilsoz Tirbespiyê û 3 kesên din şehîd bûn.

Malbata Şehîd Dilsoz li ser kesayet û jiyana wê axivîn..

Dayika Dilsoz, Meysa Îsmaîl anî ziman ku Şehîd Dilsoz parastina ax û welatê xwe weke erkek li ser milê xwe didît.

Dayîka şehîd Dilsoz Tirbespiyê: Divê sîxûran radestî malbatên şehîdan bikin

Dema Dilsoz wê vegere cihê xwe, nîşaneya serkeftinê bilind dike û dibêje: “Em ji Erdogan û balafirên wî natirsin. Em ê heta serkeftinê têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin”

Bi van gotinan Dilsoz xatirê ji dayîka xwe dixwaze.

Meysa Îsmaîl behsa Operasyon Sondê ya ku QSD´ê li dijî sîxuran da ye destpêkirin kir û xwest ku xayînan radestî malbatên şehîdan bikin da ku wan darizînin.

Meta şehîd Dilsoz, Raperîn Tirbespiyê: Dilsoz di oxira welatê xwe de şehîd bû

Şervana YPJ´ê Raperîn Tirbespiyê ku meta şehîd Dilsoz Tirbespiyê jî da zanîn ku dema Dilsoz di oxira welat de şehîd bû, ez bêhtir pê serbilind bû.

Back to top button