TEQÎNÊN LI QAMIŞLO Û HESEKÊ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê EV TEQÎN GIRTIN SER XWE

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li ser destê şervanên QSD’ê ji milê leşkerî ve. Êdî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê ketine liv û tevgerê. Çeteyên DAIŞ’ê teqînên ku duh li Hesekê û Qamişlo rû dan, girtin ser xwe.

Duh danê sibehê 3 teqîn li pey hev li bajarê Hesekê rû dan.. Li kêleka zirarên madî, endamekî hêzên Ewlekariyê birîndar bû.

Di heman rojê de li taxa Wista ku li navenda bajarê Qamişlo ye teqînek rû da.

Di encama teqînê de herî kêm 14 kes birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ’ê û bi riya ajansa xwe ya bi navê A’maq ev teqînên ku sivîl kirin hedef, girt ser xwe.

 

Leave a Reply

Back to top button