Şêniyên Başûrê Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê, Ebdulhemîd Îsmaîl El Matar li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kirin.
Şervanê QSD’ê Ebdulhemîd Îsmaîl El Matar li bajarokê Zîban ê Dêrazorê di 19’ê Tebaxê de şehîd bûye
Îro bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarê wê tevlî merasîma oxirkirinê bûn.
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Îman El Ferec axivî û got:
“Em heroj şehîdan oxir dikin, ne ji fedakariya wan ba em bi aramî nedijîn.”
Piştre yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê, Ewde El Hisên jî axivî û got:
“Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkirinê tedbîran bigirin û xwe amade bikin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.