Koçberên Efrînê: Em alîkariyên xwarinê naxwazin em dixwazin vegerin Efrînê

Îro şandeyeke UNICEF`ê, Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan, WHO û Heyva Sor a Sûriyê derbasî Şehbayê bûn da ku rewşa koçberên Efrînê nas bikin ku di nav kampan û malên wêrankirî de dijîn. Koçberên Efrînê jî ji şandeyê axivîn û ev tişt anîn ziman: “Pêwîstiya me bi alîkariyên mirovî tune ye, daxwaza me dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkeve û em vegerin Efrîna xwe.

Back to top button